Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

Shabab Kurd | شباب كورد

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

Shabab Kurd je bo Zimanê Kurdi


    Dirok a Amed

    Admin
    Admin


    ذكر

    عدد المساهمات : 1550
    تاريخ التسجيل : 19/01/2011

    Dirok a Amed Empty Dirok a Amed

    مُساهمة من طرف Admin 31.07.12 15:06


    Serdema Subaro, Hûrî û Mîtaniyan

    Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin. 6.000 sal berî niha yanî 3.000 sal bz cara pêşî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paşê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eşîretan navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Suriyeya îron û heta derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piştî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eşîrek bûye. Piştre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hukim kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.






    Bedena bajarê Amedê cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.

    Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey felaketê aniye. Bi hezar salan bz bajar û herêm ji aliyê xelkê din ve hatiye dagîr kirin. Bêhejmar împarator û serleşker çav berdane Amed û herêma Amedê. Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û karîna xwe damezrandine. Şaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û zordestî û baweriyên xwe re zanîn û şaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên kijan împarator û artêşên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine. Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paşê mecbûr mane bi şûn ve kişiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin, ji ber ku xwedî ew in!


    Serdema Asûriyan






    Di dema mîtaniyan de êdî Asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Bz zayînî di salên 1300an de asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve bin destê wan. Herweha di gelek dem salaên ciyê ciyê de Asûrî herêmê dagîr dikin.


    Sedema Urartuyan

    Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hukim dikir. Ji roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîşî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781 an de Asûr êrîş bir ser ordiya Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav ordiya Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema şer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêşa Asûr şikiya. Û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743an de artêşa Asûr di bin serokatiya kralê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi paş ve girt.


    Serdema Îskîtiyan

    Îskîtî ji Qafqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala 635an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê hukimdarî kirin.


    Serdema Medan

    Wek tê zanên Medan bz di sala 612an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625an de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550an di destê wan de ma.


    Serdema Persan

    Di sala 550an de Kralê fars Kuras-II, zora kralê Medan bir û Amed ket bin destê Farsan. Heta sala bz 331 Amed û herêma wê di bin bandora Farisan da ma.


    Serdema Îskenderê Mezin

    Kralê Mekdonyayê Îskender bz di sala 331ê de bi artêşeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piştî mirina Îskender herêm ket destê Selevkoslar. Heta sala 140î di destê wî de ma.


    Serdema Partan

    Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.


    Serdema Tîgranê Mezin

    Tîgran sistiya Partan dît û êrîş bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Herweha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê Urartuyan didît.


    Serdema Rom û Bizansê

    Bz ji sala 69an heta pz sala 639an herêma Amede ket bin desthilatdariya Romiyan. Pêşî Rom û piştre jî Roma bû du perçe ve care Bizansî li wir man. Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî şopên nivisarên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xirîstiyaniyê ye. Di serdema Romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împarator Constantius ve him hatiye tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.


    Serdema Îslamê

    Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêşa îslamê bi şerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê Ereban de dimîne. Ji sala 661 heta 750 yan vê care di destê Emeviyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an dikeve bin destê Abbasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Şêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.

    Serdema Merwaniyan

    Belê, wek me di serî de jî destnîşan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û Hûrî, 3.000 sal bz Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê şûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêşên dagîrker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi peş dikeve. Amed û Farqîn dibin buhişta derewîn.



    Serdema Eyûbiyan

    Di navbera salên 1232-1401ê de Amed dikeve bin destê Eyûbiyan. Ku serokê dewleta Eyûbi Selheddîn Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêş bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên musilman û xiristiyanan hebûn. Selehedînê Eyûbî û serleşker û piştre jî padîşahekî îslamê bû.


    Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyê

    Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi rastî piştî şerê Çaldiranê di sala 1515an de artêşa Osmanî der û dor li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Şahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reş şûn ve Amed wek birêvebirî bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê,

      الوقت/التاريخ الآن هو 21.11.24 17:53