Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

Shabab Kurd | شباب كورد

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

Shabab Kurd je bo Zimanê Kurdi


    Dil û Ziman

    Admin
    Admin


    ذكر

    عدد المساهمات : 1550
    تاريخ التسجيل : 19/01/2011

    Dil û Ziman Empty Dil û Ziman

    مُساهمة من طرف Admin 12.10.11 22:00

    Rojekê
    Loqmanê Hekîm û xulamê xwe derdikevin nêçîrê. Gava ji nêçîrê vedigerin
    rê de rastî serokekî eşîretê tên. Serok pirr israr dike ku ew bibe
    mêvanê wî û ew jî, nikare wî bişkîne. Wê şevê li mala wî serokî dibin
    mêvan. Serokê eşîrê ji bona Hekîmê Loqman mêşinekî serjê dike. Hz.
    Loqman ji xulamê xwe re dibêje:
    -Ji heywana ku hatiye serjêkirin, du azayên wê ên herî paqij ji min re
    bîne. Xulamê wî diçe jê re dil û zimanê wê ji Hekîmê Loqman re tîne. Hz.
    Loqman:
    -Siheta te xweş be, bijî . te pê zanî.
    Roja duduyan li mala yekê din dibin mêvan. Xwedyê malê jî, ji bona wan
    mêşinekî serjê dike. Dîsa Hekîmê Loqman gazî xulamê xwe dike û jê re
    dibêje:
    -Ji heywana ku hatiye serjêkirin, ji cîyê herî pîs du azayên wê ji min
    re bîne. Dîsa xulamê wî diçe jê re dil û zimanê mêşinê tîne. Hekîmê
    Loqman ji Xulamê xwe re dibêje:
    Siheta te xweş be. Te bi vêya jî zanî. Bi rastî di însan û heywanan de cîyê herî pîs û paqij ziman
    û dilê wan e. Eger dil paqij be insan xweş diaxive û dilê kesî
    naşkîne. Bi zimanê xwe ezîyet nade kesî. Ziman eynika insan e. Di dilê
    însan de çi derbas dibe bi saya ziman
    derdikeve holê. Ji ber vê yekê li zimanê xwe miqate bin.
    FÎKRÎ AMEDÎ

      الوقت/التاريخ الآن هو 27.07.24 16:21