Pêşgotin
Dema we baş be
Xwîşk û birayên hêja
Ev mijara yekemîn e ya min di malpera Newrozê de
Demek çû û her tim min dixwast ez tiştekî binivîsim , lê timî min digot çi mijar hêja heye ku mirov dest pê bike
Li dawiyê min ji helbesta xweştir nedît
Ez hêvî me ku her kes dikeve vê pelê rexna min bikin di her peyvek hatiye nivîsandin di helbestê min de .
[size=25][size=29]Tenê carek
Tenê carek hêvîbûm
Nirînek ji wan çavan
Nirînek ji wan çavan
Bide min hestên germ
Dil ji serma derxîne
Bifre bi ezmanakeve
Tenê carek hêvîbûm
Peyvek ji can derkeve
Dil li ber biskine
Werê girêdan ziman
Nizanibe çi bêje
Nizanibe çi bêje
Tenê carek hêvîbûm
Ewra evînê li me bigre
Me bikşîne hêla xwe
Dest ji me brnedê
Kesî bi me şanekê
Xêr nexwaza dûr bikê
Tenê carek hêvîbûm
Vegerin rojên xweş
Çav bi hev re bikin meş
Bijîn bi hev re jiyanek geş
Tenê carek hêvîbûm
Ji sazên buharê , berî hatina Newrozê
Heval Ehmed
Bêrût
9\3\2011
[/size][/size]