Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

Shabab Kurd | شباب كورد

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

Shabab Kurd je bo Zimanê Kurdi


    Ka û kî..?

    Admin
    Admin


    ذكر

    عدد المساهمات : 1550
    تاريخ التسجيل : 19/01/2011

    Ka û kî..? Empty Ka û kî..?

    مُساهمة من طرف Admin 12.10.11 21:07




    KA Û KÎ..?
    Abbas Abbas

    Du peyevên, ku bi zimanî kurdî ne, lê hûn li wan binêrin, hûn ê bibêjin qey bi zimanê çînî ne!..
    Ka û kî, ev her du pirsên han, hewqas di nav axeftinê re melûl derbas
    dibin, ku dibîra tu kesî nayên, lê wilo jî mirov dikarê romanekê li ser
    derdên ku bi wan tê derbas kirin, bidê hûnandin .
    Mamosta Helîm Yusif, ez êdî wî wek mînak bidim nîşan, ku bi rastî
    nivîskarekî kurd î herî naskiriye, û li hemî pirtûkxaneyan li kurdistanê
    û li derî kurdistanê pirtûkên wî peyda dibin, lê wilo jî û mixabin,
    dema ku em pêre biaxifin li ser xwendina van berhemên wî, em ji
    bersiveke melûl pêve jê nabihîzin, ku derdî wî û êşa wî wek nivîskar, bi
    gotina – ka- tê derbas kirin!...
    Yanî, ka , mirovên kurd, ku van pirtûkan bixwînê?..
    Xwendina zimanê kurdî û berhemên bi zimanê kurdî, berî demekê, hêviya
    her kesên kurd bû, û hîn jî hêviye, lê mixabin, ev hêviya han û piştî ku
    hewqas berhem bi zimanê kurdî hatine çabkirin û hewaqas nivîskarên kurd
    yên serkeftî peyda bûne, ev daxwaz maye di kirasê hêviyeke tengzar de,
    ku êdî bi viyna mirovan ve hatiye girêdan!...
    Dema mirovekî niviskar wek Mamosta Helîm Yusiv yan Mamosta Medenî Ferho,
    li pey peyva – ka - gotina – kî- bi dilekî şikestî dibêjê, hingî mirov
    digihê wê biryarê, ku ev hêviya han, wê hîn çend qurnên dî di vî kirasî
    de bimîn e.
    Kî… Berhemên me wê bixwînê?..
    Ev pirs ji gelê kurd tê kirin, lê ku gotina – ka - li pey tê, hingî
    derbas dibê nav serbazên kurd, nav wan gergerekên ku li pişt maseyan
    rûniştîne û biryara bersiva vê peyvê di destê wan de ye .
    Ka …. Ew mirovê welatparêz û niştîman, ku li halê van nivîskaran bibê xwedî?...
    Ka..Ew rêxstinên kurdistanî, ku li zimanê kurdî bipisrin, da bibê yek xet û yek rêz?...
    Pirseke ku heya wek îro bersiva wê nehatiye danîn, û ji ber ku heya
    aniha, maye di kirasê hêvyeke xav de, mixabin ku bû sedem ji hin
    nivîskarên kurd re , da ji nivîsandina bi zimanê kurdî dûr bikivin,
    mixabin ku ez yek ji wan nivîskara me .
    Êdî em bibêjin, serên serbazên komara kurdistana azad sax be!..Bi
    taybetî, serê Mam Celal û Kak Masûd, ku rêzmanê kurdî kirin yek û
    zeravên kurdan dan hev û zimanekî zelal û hesan ji wan anîn der!..
    Ev tinazok, belkî ne di cihê xwe de be, û hin bibêjin ku ev karê
    rewşenbîr û nivîskar û zangoyên zimanê kurdî ne, lê dawî jî, dibê ku ev
    peyv rast be, jiber ku bêî biryara siyasî, tiştek di kurdistana azad de
    nayê qedandin, loma ez wan serbazan gunihkar dibînim .

      الوقت/التاريخ الآن هو 27.04.24 4:19