Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

Shabab Kurd | شباب كورد

اهلاً بكم زائرينا الكرام ... ان رغبتم بالمشاركة بمواضيع المنتدى فما عليكم الا التسجيل معنا بالمنتدى ...

Shabab Kurd | شباب كورد

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

Shabab Kurd je bo Zimanê Kurdi


2 مشترك

    Jiyana Ahmedê Xanî

    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:36

    Her çendîn yên li ser jiyana Ahmedê Xanî nivîsîbin ne hindik bin jî yên ku agahdariyeke berbiçav û rast dabin gellek kêm in. Ew ên ku bi vî awayî nivîsîbin jî ji çend rêzan bêtir tiþtek neanîne. çimkî heta niha ji bilî berhemên Ahmedê Xanî tu tiþtekî wekî belge neketiye ber dest da meriv karibe firehtir li ser jiyana wî raweste. Berî ku em werin ser lêkolîna Alaeddîn Seccadî ya berfireh, di nav wan kesan de ku li ser Xanî nivîsîne, Mele Mehmûdê Bayezîdî, Hemze Begê Muksî û Celadet Alî Bedirxan in ku bi kurtî be jî hin agahdariyên rast dane, yên din li ser tarîxa jidayikbûn û mirina wî, li ser cih û warê wî agahdariyên þaþ dane.
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:36

    Cara pêþîn Aleksandre Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna Kurmancî ya derheqê jiyana Ahmedê Xanî ku Mela Mehmûdê Bayezîdî nivîsiye. Aleksandre Jaba, ev metin her di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di vir de destnîþan dike ku Ahmedê Xanî ''ji taîfeya Hekariyan ji 'eþîrata Xaniyan e''. Em ji wir fêr dibin ku ev eþîr di sala 1000-ê Hîcrî (1592-yê Mîladî de) hatiye li Bayezîdê niþtecî bûye. Ew dinivîse ku wî Mem û Zîn, Nûbar û bi Kurmancî, Tirkî, Farisî û Erebî þiîr û xazel nivîsîne, li Bayezîdê bi navê xwe mizgeftek ava kiriye û ew bi xwe jî li rex wê mizgeftê definkirî ye. Heta di wir de tê diyarkirin ku Simaîlê Bayezîdî jî ku þairekî Kurd e þagirdê Ahmedê Xanî bûye û di mizgefta wî de dersên Kurdî daye biçûkên Kurdan(Ev þair di 1065-ê Hicri de bûye û di 1121-ê Hîcrî de miriye- Yanî hemdemê Xanî ye)1. Piþtî wî, Hemze Begê Muksî gava di 1919-ê de Mem û Zîn daye çapê, di pêþgotina xwe de, behsa tarîxa jidayîkbûn û ya temambûna Mem û Zînê ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî li gor hesabê Hîcrî neqil dike, ji bo yekê dibêje 1061 û ji bo ya din dibêje 11052. Piþtre, Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-yan a Hawarê ya 1941-ê de ji Aleksandre Jabayî, ji Hemze Begê Muksî û ji Mem û Zînê bi xwe hin agahdariyên li jorê cara pêþîn bi tîpên latînî û bi Kurmancî dinivîse, lê di hesabkirinê de hin þaþîtiyan jî dike3. Cara pêþîn bi rêk û pêktir, piçekî berbiçavtir û firehtir Alaeddîn Seccadî hin agahdarî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane ku agahdarîne rast di wan de hene. Agahdariyên ku wî dane hin di eserên Ahmedê Xanî bi xwe de hene, lê hin jî ew bi xwe nabêje rasterast ji kê wergirtine4. Lê dinivîse ku du tiþt ji Mela Salih wergirtine ku tarîxa mirina Ahmedê Xanî û navê bavê wî ye. Tarîxa bûna xwe, ya xelaskirina Mem û Zînê, ya xelaskirina Nûbara Biçûkan û ya ku kengî dest bi nivîsandinê kiriye û gava ku Mem û Zîn xelaskiriye umrê wî yê nivîskariyê çend bûye, di Mem û Zînê de û di Nûbara Biçûkan de hene. Piþt re bajarê Ahmedê Xanî medresên ku wî lê xwendine û bajar û welatên ku ew lê geriyaye jî wekî agahdarî di esera Alaeddîn Seccadî de hene, lê ew, belge an navekî diyarkirî nade ku wî ev ji kê yan ku derê wergirtine.
    Wekî min berê jî nivîsîbû qenaeta min Alaeddîn Seccadî hem ev agahdarî, hem jî yên di berhemên Ahmedê Xanî de ji wî Mela Salihê ku ew bi nav dike wergirtine, ne ku ji berhemên Ahmedê Xanî û ne jî ji cihinî tir. çimkî eþkere ye ku ew bi kûr û dûrî li ser berhemên Ahmedê Xanî hûr nebûye loma jî hin agahdariyên þaþ di heqê naveroka berheman de(mesela di heqê Mem û Zînê de) daye.
    Mesela tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî, her ji bal Ahmedê Xanî ve di Mem û Zîna wî de hatiye diyarkirin ku dibêje:
    Gava ew ji tunebûnê vederbû û hat ser ruyê erdê tarîx 1o61 bû. Ew serkêþê gunahkaran(ango Ahmedê Xanî) îsal gihîþte çil û çaran5. Ev tarîx, tarîxa Hicrî ye û li gora tarîxa Mîladî, Alaeddîn Seccadî dibêje ku dike 1650. Piþt re hema hema hemû kesên ku li ser Ahmedê Xanî nivîsîne li gora vî hesabî, tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî sala 1650-yê Mîladî danîne. Lê M. Emîn Bozarslan vê hesabkirinê þaþ dibîne û dibêje ku tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî 1651 e:
    ''Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061'ê li gora tarîxa mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da þaþiyek hatiye kirin û ji ber wê þaþiyê ew tarîx ji aliyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatiye qebûlkirin û wisa hatiye nivîsîn. Li gora serçaviyên rast ên ku ji aliyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala 1061-ê rastê 25-ê meha 12-an a sala 1650'yê mîladî hatiye û ew roj roja yekþemê bûye; bi peyveka dî, roja 1'ê meha Muherremê ya sala 1061'ê Hîcrî, rastê roja yekþemê ya 25-ê Kanûna Pêþîn a sala 1650-yê Mîladî hatiye Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan , tenê yek hefteyek ji sala 1061-ê Hîcrî, ketiye sala 1650-yê Mîladî yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651-ê Mîladî.
    Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê da hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Mîladî, em dikarin hema hema qutûbirr bêjin ku ew di sala 1651-ê Mîladî de hatye dinê. Divê mirov bifikire ku di salekê de 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651-ê, tenê yek hefteyek ketiye sala 1650-yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650-yî de hatibe ji 52-yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651-ê da hatiye dinê, ji 52-yan 51 e. Nexu em'ê vê îhtîmala mezin qebûlbikin û bêjin ku Xaniyê nemir di sala 1651-ê de hatiye dinê6.
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:36

    Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ahmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de)hatiye dinyayê.
    Mesela çil û çar saliya Ahmedê Xanî jî meseleyeka munaqeþê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Hicrî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Hîcrî, ew dibêje ku Ahmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev tarîx jî dike 1693-yê Mîladî7. Her wekî tê zanîn salên Hîcrî yên ku li gora hesabê heyvê hesab dibin 10 rojan ji salên Mîladî kêm in. Gava li gora destnîþankirina Ahmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin teqrîben 42 sal û 9 mehên Mîladî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ahmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (teqrîben 43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li tarîxa Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ahmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêþniyara wî jî Kur-dan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ahmedê Xanî(ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê). M. Emîn Bozarslan sedemê vê yekê gava li ser tarîxa temambûna Mem û Zînê di pêþgotina Hemze Begê Muksî de radiweste, bi vî awayî þîrovedike:
    ''Hemzeyê Muksî ev tarîx li gora teqwîma Hîcrî hesab kiriye. Wek ku tê zanîn, Xanî di duwayiya 'Mem û Zînê' de nivîsiye ku ew di sala 1061-ê da hatiye dinê, ku ew sal li gora tarîxa Mîladî dibe 1651; her weha, nivîsiye ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê da bûye 44. Tê Zanîn ku Hemzeyê Muksî sala 1061'ê wek bingehek girtiye û li gora teqwîma Hicrî ya ku bi tevgerên Hîvê tê hesabkirin, 44 sal anîne ser wê salê, hingê jî dûwayika wî hesabî bûye 1105; ev sal jî li gora teqwîma Mîladî dibe 1694. Lê belê awayê vê hesabkirinê þaþ e. Lewra Xanî negotiye ku wî di sala 1105-ê Hîcrî da nivîsîna pirtûkê temam kiriye. Wî tenê daye zanîn ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê de gîhaye 44-an. Wek ku her kes dizane, li Kurdistanê umrê mirovan li gora tarîxa Hîcrî nayê hesabkirin. Lewra sala Hîcrî li gora tevgerên Hîvê ye û di salvegerekê da 10 roj kêmê sala Rojê ya adetî ye. Ji ber wê kêmayiyê jî mehên Hîcrî salê 10 roj diçin pêþ û ciyên wan her sal diguherin; bi wî awayî jî, salên Hîcrî di 36 salan de salek zêde dibin. Eger umrê mirovekî li gora salên Hîcrî û tevgerên hîvê bê hesabkirin, ew di 36 salên adetî yên rojê de dibe 37 salî. Ji ber ku her kes bi wê kêmayiyê dizane, umrê mirovan li gora mehên Hîcrî yên Hîvê nayên hesabkirin, lê li gora mehên Rojê tê hesabkirin; mesela ji Adarê heta Adarê yan ji Gulanê heta Gulanê û wd. Li gora vê rastiya Kurdistanê, divê mirov tarîxa temamkirina 'Mem û Zîn'ê weha hesab bike: Xanî di sala 1061-ê Hîcrî de hatiye dinê ku li gora teqwîma Mîladî dibe 1651. Mirovek ku di wê salê de bê dinê, gelo kengê dibe 44 salî? Bêguman di sala 1695-an da. Lewra umrê mirovan li gora meh û salên Rojê tê hesabkirin. Bi vî awayî û ji ber van semedan, em dibêjin ku li gora tarîxa Mîladî, Xanî nivîsîna 'Mem û Zîn'ê di sala 1695-an da temam kiriye''8.
    Ferhad Þakelî jî di meqala xwe ya bi navê ''Sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî'' de li ser mesela jidayîkbûna Xanî û tarîxa xelasbûna Mem û Zînê radiweste, ew usûla hesabkirina Bozarslan þaþ dibîne û hesabekî bi vî awayî dike:
    ''Danîna sala 1995'an ji bo sêsed saliya Mem û Zînê pêdiviyê lêhûrbûnê û rastkirinê ye û nabe ku meriv daneyne ber pirsiyarê.
    Xanî bi xwe di dawiya beytên Mem û Zînê de eþkere kiriye ku ew di 1061'ê Koçî de ji dayik bûye û destana xwe jî di temenê(jiyê) 44 salan de xelas kiriye:
    Lewra ku dema ji xeybê fek bû
    tarîx yê hezar û þêst û yek bû.

    Îsale gehîþte çil û çaran
    wî pêþrewê gunehkaran.

    Sala 1061'ê Koçî li beramberî sala 1651'ê zayînî radiweste.Gellek lêkoleran sala 1650'yê zayînî danîne ber 1061-ê Koçî. Roja 1-ê Muherrema 1061-ê Koçî dikeve beramberî roja 25-ê Desembera(çileya Pêþîn) 1650-yan. Nexwe, tenê heft rojên wê sala Koçî dikeve ber sala 1650-yê zayînî, 348 rojên dî dikevin ber sala 1651-ê zayînî. Yanî îhtîmala wê ya ku Xanî di hefta yekê ya wê sala Koçî de ji dayikê bûbe ji sedî 2 ye. Ji ber vê hindê ya rast ew e ku em bêjin Xanî di 1651-ê zayînî de ji dayik bûye.
    Xanî bi xwe dibêje di çil û çar saliya xwe da Mem û Zîn nivîsiye. Diyar e ew jî em dizanin ku Xanî 44 salên temenê(jiyê) xwe li gora salên koçî jimartine. Li gora vê 1061+44=1105-ê Koçî sala nivîsîna Mem û Zînê ye. Ev sala koçî dikeve hemberî 1693-1694-ê zayînî(pênc mahên pêþîn ên salê di 1693-yan de ne û heftên din di 1694-an de ne). Xanî ku sala jidayikbûna xwe, sala danîna Mem û Zînê û çil û çar sal umrê xwe li gora tarîxa Koçî jimartiye, em nikarin bi zorê sêsed salên piþtre li gora tarîxa zayînî bijmêrin. Lê heke em wiha jî deynin, dîsan sêsed saliya piþtî wî dike 1993-1994, yanî sêsed saliya Mem û Zînê diviya sala 1993 yan 1994-an bihata danîn ne ku sala 1995-an. Lê wekî min got, di vê de zorlêkirinek heye û nerewa ye. Heke em li gora salên Koçî bijmêrin;
    1105+300=1405-ê Koçî dibe sêsed saliya Mem û Zînê. Ew sala Koçî jî dikeve beranberî sala 1984-ê zayînî.
    Riyeka din ew e ku her ji destpêkê ve 44 salên zayînî em bixin ser 1651-ê ku sala jidayikbûna Xanî ye. Ji bo ku Mem û Zîna xwe di 1695-an de nivîsîbe, vê sala zayînî dikeve hemberî 1106-1107-ê Koçî û li gorî vê jî divê Xanî Mem û Zîn di 45 yan 46 saliya xwe de nivîsî be, ku em dizanin ne wiha ye. Yanî di her du aliyan de jî danîna sala 1995-an wekî sêsed saliya Mem û Zînê ne rast e û bingehekî mantiqî û zanistî jê re tuneye.''9
    Ferhad Þakelî di vir de rastî û þaþiyan tevî hev dike ku divê bên destnîþankirin. Mesela 44 saliya Ahmedê Xanî gelo wê li gora kîjan hesabî bê kirin. Li gorî M. Emîn Bozarslan divê bi hesabê teqwîma Rûmî bê kirin û li gora Ferhad Þakelî jî divê bi hesabê teqwîma Koçî(Hîcrî). Gelo di dema nivîsandina Mem û zînê de Kurdan jiyê xwe li gorî kîjan teqwîmê hesab dikirin? Heke bi hesabê teqwîma Rûmî be M. Emîn rast e û heke li gorî teqwîma Koçî be Þakelî rast e. Îro li Kurdistanê, bi piranî jî di jiyana gundîtiyê de Kurd umrên xwe li gora teqwîma Rûmî dikin, lê gelo berî sêsed salan çawa bû, bi rastî li gor îmkanên xwe yên niha yên li ber dest ez nikarim tiþtekî bêjim.
    Nuxteya duduyan ku Ferhad Þakelî li gor hesabê Koçî sêsed saliya Mem û Zînê hesab dike ev ne þaþîtiyên hina ne, lê mesela tercîhê ye ku gelo em gava dibêjin sêsed sal qesda me jê sêsed salên bi salên Koçî ne an Mîladî ne. çimkî sêsed salên Koçî mudetek in û sêsed salên Mîladî jî mudetekî din in. Lê madem ku îro li welatê me jî teqwîma mîladî bi kar tê û di roja îroyîn de jî ev teqwîmeka navnetewî ye, rasttir e ku meriv hesab bi teqwîma Mîladî bide diyarkirin. Ev wekî mesela giraniyê ye: gelo divê meriv giraniyê bi hesabê gram û kîloyan an weqîyan nîþan bike.
    Piþtre, Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ahmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ahmedê Xanî bi vî awayî didomîne:
    ''Þêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêþî hatina Ahmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniþtiye lê aþînatiya xwe ji eþîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ahmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ahmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piþtî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye(Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike. Ew, alimekî þareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Þahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê.
    Þêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laþê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geþ bûn, riya wî top bû û reþayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilterr bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêþa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xirr sipî dida serê xwe, awayekî þalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û þikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veþartin. Gorra wî niha jî zîyaretgeh e''10.
    Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ahmedê Xanî Helyas(Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Þêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî tarîxa mirina Ahmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî''(Xanî ber bi Rebbê xwe ve firriya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Mîladî daye ber wê11. M. Emîn Bozarslan jî li gorî vê agahdariyê hesabê 1118-ê Hîcrî derdixe û 1706-1707-ê Mîladî dide ber wê12. Lê Ferhad Þakelî her çendîn agahdariya Alaeddîn Seccadî qebûl dike jî tarîxa hîcrî dike 1119 û 1707-ê Mîladî dide ber wê13. Alaeddîn Seccadî dinivîse ku ev agahdariya ku Mela Salih dayiyê, cardin li gora ku wî gotiye li piþt kitêba wî ya bi navê Semediye[Sadula?] bi dest xetekê hatiye nivîsîn. Lê Gava Bozarslan behsa vê kitêbê dike dibêje Semedaniyye û gava Ferhad Þakelî behs dike dibêje Þamadiyya14.
    Sadiq Bahaeddîn Amedî ji bilî navê bavê wî, lê zêde dike ku dibêje navê bapîrê wî jî Rustem Beg e û di jêrenota xwe de diyar dike ku wî ev agadarî ji Mêjûyî Edebî Kurdî ya Alaeddîn Seccadî wergirtiye, lê rûpel nedaye û meriv agahdariyeka wiha di vê berhema Seccadî de nabîne15.
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:37

    Di dawiya Mem û Zînê de, Ahmedê Xanî her wiha diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse16, piþtî ku gava Mem û Zîn xelas kiriye çil û çar salî bûye fahm dibe ku wî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Ev her wiha wê yekê jî diyar dike ku wî hê di piçûkayiya xwe de îmkana xwendin û hînkariyeka piralî û tekûz dîtiye.
    Ahmedê Xanî di dawiya Nûbara Biçûkan de jî bi wezn û bi hesabkirineka dûrûdirêj tarîxa xelasbûna Nûbarê daye ku li gorî vê, bi hesabkirina Zeynelabidîn Zinarî, tarîx dibe 11 yan jî 14'ê meha Adara 1094'ê Hîcrî, ku ew jî dibe 1683'yê Mîladî17.
    Yek ji mesela munaqeþa ser Ahmedê Xanî jî mesela eslê wî ye. Þairê Diyarbekirî yê bi navê Abdulazîz Halis çûkûntaþ ku sala 1906-an Mem û Zîna Xanî bi wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî, di muqqedima vê wergerê de nivîsiye ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê yê qeza çolemêrgê ya sencaqa Hekkariyê ye18. Elaeddîn Seccadî gotiye ku ew ji eþîra Xaniyan e. Sadiq Bahaeddîn Amedî xwe dispêre Seccadî( ku em lê rast nayên) û dinivîse ku'' [Ahmedê Xanî] ji binemal û malbata Xanîyan e ku êlê (hozê) Xaniyan ji rêve li devera Bota bûye, paþê binemala wan li bajêrê Bayezîdê ku ji þergehêt rewþenbîrî yêt navdar bûye li Kurdistana jorî akincî bûye''19 Ji bilî vê Amedî, agahdariyeke din li ser ciyê Ahmedê Xanî bi vî awayî dide:'' Ji zardevê Evdalê çelî di nama hinartî roja 11/9/ 1977 bo radyowa Kurdî li Bexda dibêjît:
    ''Þêx Ahmedê Xanî, li Xana Sêgundan sala 1651-ê ji dayê bûye. Xana Sêgundan 10 kilometran ji gundê Gwîzereþê dwîr e. Xana Sêgundan gundekê qeza çelê ye ya bi wîlayeta Colemêrgê ve. Xana Sêgundan zozan e, bajêr nîne. Xanî, li bajêrê Bayezîdê çûye ber dilovaniya Xudê''20. M. Emîn Bozarslan di Mem û Zînê de ku wergerandiye Tirkî û Kurdiya wê ya Latînî û wergera wê ya Tirkî bi hev re çap kiriye, dinivîse ku Ehmedê Xanî sala 1651-ê li hêla Hekkariyê li gundê Xan'ê hatiye dinyayê.''21Lê di ya xwerûkiriya çapa 1995-an de ku li Swêdê hatiye weþandin Bozarslan dev ji vê îdîayê beradaye, ev îdîa kiriye ya ''hin nivîskar û lêgeran'' û ji dêlva wê ve cîh daye agahdarî û îdîayên lêkolerên cuda22.
    Î. Cûlemêrgî jî di meqaleya xwe ya bi navê ''Xanê û Xanî'' de dinivîse ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê ye û wiha dom dike(di wergirtina tekstê de me guh nedaye usûla rastnivîsîn û rêzimana nivîskarî M. C.): ''Gundê Xanê 40 km li baþûrê bajarê Cûlemêrgê ye û niha ew di nava tixûbê navçeya çelê(çukurca) da ye. Di wextê de ji ber hatin û çûna rêwiyan, di navenda sê gundan de xanek(baregaha rêwiyan) hate avakirin, jê re digotin 'Xana Sêgundan'. Di demeka kurt de, gund, deþt û geliyên deverê jî paþnavên xwe ji navê wê xanê wergirtin: 'Xanî', 'deþta Xanê', 'geliyê Xanê'. Niha jî bi wan navan tên peyivîn ew cîh û malbat.''23 ''Þîva(gelî) Ertûþ û Pinyaniþ, Tuxûb û Tiyarê, Cêlo û Bazê li deþta Xanê digihên hev. Ji berê de rêka herêma Hekarya û Bahdîna di Xanê re diçû..... Ji ber çûn û hatina rêwî û karwanan Xanê pêþve çû û Xanî jî xurt û fireh bûn. Beriya 500 salan di nava siyaset û çanda herêma Cûlemêrgê de giranahiya wan zêde bû, di nava biryarên mîrê Hekariyan de bûne xwedan gotin û bawerî..... Di çaxê pisporiya wî de[Ahmedê Xanî M. C.] eþîra Xaniya(eþîra wî) hilweþandineka mezin derbaz kir. Di navbera waliyê Wanê û mîrê Hekariyan de þer çêbû. Ezemþêrê Xanî li Keleha Wanê paþayê Osmanî da ber xenceran û ew kuþt. Li ser vê bûyerê dijminahiya Osmaniyan zêde bû. Mîrê Hekariyan jî di vê meselê de neyariyane rawestiya, xiyanet bi Xaniyan re kir, gundê Xanê da valakirin û Xanî giþt koçber bûn. Hin çûne bajarên deverê, hin jî derbazî Þamê bûn..... Di koçberiya Xaniyan de binemala Seyda[Ahmedê Xanî M. C.] jî derbazî Nûrdizê bûn (Nûrdiz li bakurê Hekariyan girêdayî Þaxê(çatak) ye. Babê wî Þêx Îlyas li gundê Sevkê çû ser heqiya xwe. Tê zanîn ku Seyda ji bo xwendina xwe pêþve bibit derbazî Cizîra Botan bû û piþt re jî çû aliyê Bayezîdê.''24 Î. Cûlemêrgî diyar nekiriye ku ev agahdarî ji ku derê bidest xistine.
    Cardin li gora ku Bozarslan neqil dike, ''Zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar Prof. Qanatê Kurdo, di pêþgotina xwe da ya li ser çapa 'Mem û Zîn'ê ya ku Kurdnasa Rûs a navdar Margareta Rudenkoyê di sala 1962-yan da li Moskovayê çap kiriye, her wiha nivîsiye:
    'Navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas e; ew ji qebîla Xaniyan e; qebîla Xaniyan, sala 1592 li erdê Bayezîdê cîwar bû.''25 Ev bi esasî ew agadarî ne ku Mela Mehmûdê Bayezîdî dane Aleksandre Jabayî û wî jî di kitêba xwe de weþandine.
    Ferhad Þakelî neqil dike, dinivîse ku '' A. Husaini, îddîa dike ku ji ber ku hemû kesên ji malbata Xanî yên alim û dînî bûn û ji eslê xanedaniyê dihatin loma jî wî navê Xanî wergirt26, lê Þakelî baweriyê bi vê îdîayê nayne. Bi qenaeta min jî tu bingeh ji vê re nînin. çimkî eger Ahmedê Xanî ji malbateka xanedan bihataya wê navê wî bibûya ''Ahmed Xan'' ne ku ''Ahmedê Xanî''. Ferhad Þakelî her wiha qebûl nake ku Xanî ji eþîrekê hatibe ku navê wê Xaniyan be û loma navê wî bûbe Xanî. çimkî dibêje li gorî Kurdî eger ew bi navê eþîra xwe bihataya binavkirin wê bibûya ''Xaniyanî'' ne ku ''Xanî''. Di Soranî de rast e ku mensûbbûna eþîrtiyê bi vî awayî tê binavkirin, lê di Kurmancî de ne þert e wiha be. çimkî Botan dibe Botî, Kîkan dibe Kîkî, Mamxuran dibe Mamxurî. Loma jî ''Xaniyan'' dikare bibe ''Xanî'', ne þert e ku bibe ''Xaniyanî''. Lê tevî vê jî Þakelî xwe dispêre agahdariyeke Mark Sykes ku hêjaye em li vê derê cîh bidinê. Þakelî neqil dike ku Mark Sykes di nivîsara xwe de ya bi navê ''The Kurdish Tribs of the Ottoman Empaire'' de, navê hema hema hemû eþîran dide ku wê demê naskirî bûn. Yek ji wan eþîrên ku ew dide, navê wê, eþîra Xanî ye ku ew dibêje'' Xanî, 180 mal in, ew li nêzî Xoþabê bicîh bûne''27. Þakeli destnîþan dike ku Merk Sykes bi navê Xan yan jî Xanîyan behsa tu eþîrê nake û di wê xerîtê de ku kêþaye, eþîra Xanî li bakurê Hekariyan tê destnîþankirin. Piþtî vê agahdariyê Þakelî hin beytên Ahmedê Xanî pêþkêþ dike û bi vê dibêje ku ew ne ji maleka dewlemend a Xanedan bûye ji maleka eþîreka piçûk bûye û ev ji ew eþîra 180 malî ya Xanî bûye ku li nêzî Xoþabê bicîhbûyî bûye28.
    Medeni Ayhan di kitêba xwe ya bi navê K¸rdistan'lû Filozof Ehmedê Xanî de dinivîse ku ciyê jidayîkbûna wî gundê Xan e ku bi ser Hakkariyê ve ye, ew ji eþîra Xaniyan e û navê diya wî Xan e, piþtre jî lê vedigere ku Ahmedê Xanî navê ''Xanî'' ji eþîra xwe wergirtiye, lê ji bo van agahdariyan tu çavkanîyekê nade ku ka gelo ji ku derê wergirtiye29.
    Li ser mesela eslê Ahmedê Xanî, agahdariyeka balkêþ jî ya Ismet Alpaslan e ku min bi xwe di tu derên din de nediye, ew bi xwe jî diyar nake ku wî ev agahdarî ji kîjan çavkaniyê girtiye. Ismet Alpaslan wiha dinivîse:''Ahmedê Xanî(Arwasî) ji nesla Arwasiyan tê. Tê gotin ku ji Arwasiyan ji nesla Îmam Husên tê û hatiye li Rojhilatê Anadoluyê[Kurdistanê] bi cîh bûye. Ji vê neslê, kurekî Seyyid Abdurrehîm ê bi navê Seyyid Îbrahîm, yekî wî yê jî bi navê Seyyid Abdulazîz bûye.Yên Seyyid Abdulazîz jî sê kurên bi navên Mahmûd, Umer û Ahmed bûne, turbeyên van li Bayezîda Kevn in û tê texmînkirin ku Ahmedê Xanî yek ji van e30''. Ew, her wiha di vir de dinivîse ku Ahmedê Xanî li gundê Hekariyan ê bi navê ''Xan'' ji diya xwe bûye, piþt re hatiye li Bayezîdê bicîh bûye.
    Asker Þamîlov di meqaleka xwe de ya bi navê ''Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê'', îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarîyê yê nav Azerbaycanê ye31.
    Di dawiya vê meselê de, em dikarin bibêjin ku ji bilî gotina ''Xanî'' tu belge an delîlek tuneye ku meriv karibe bibêje ku Ahmedê Xanî ji filan an bêvan cihî, malbatê, gundî an eþîrê ye. Hemû agahdariyên ku hatine dayin spekulasyon û texmîn in.
    Gava Alaeddîn Seccadî behsa wê yekê dike ku ''Þêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqildikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laþê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geþ bûn, riya wî top bû û reþayî gellek tê de mabû'' nabêje ku ev agahdarî ew qas bi tefsîlat wekî wêneyekê ji kîderê aniye. Bes yekî ku Ahmedê Xanî dîtibe kare agahdariyên wiha bide. Îhtîmal e ji ber vê teswîra Seccadî ew kesê ku þiklê xeyalî yê Ahmedê Xanî kêþaye riya wî ber bi reþiyê ve û gurover, topkirî çêkiriye, ruyê wî jî maþþallah bi ruh û can hatiye çêkirin. Helbet em nizanin ku rastiya van agahdariyan hetta çi derecê ye, lê di Mem û Zîna xwe de, Ahmedê Xanî bi xwe, teswîreka xwe daye ku bi tevayî bi eksê van agahdariyan e:
    Yên ku Mem û Zîn xwendine helbet wê bê bîra wan ku Ahmedê Xanî gava pesnê xweþikiya Sitî û Zînê dide, Sitiyê esmer û Zînê zerî nîþan dide32. Piþt re li dereka din, gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn jî dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweþ dikeve. Ahmedê Xanî bi gellek awayan cefakêþî, derd û kulên Zînê teswîr dike, li cihekî jî wê zeîf wekî mû, zer wekî zaferanê nîþan dide û dibêje ew mû bûye wekî rengê ruyê Xanî33. Ji vê jî meriv kare tê derxe ku Ahmedê Xanî yekî kejik(zer) û zeîf bû, ne ku rîhreþ, rûgroverr û sermezin...
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:37

    Agahdariya ku Alaeddîn Seccadî, dibêje ''ew li Bayezîdê ji diya xwe bû, li medresa Mûradiye ya Bayezîdê xwend, çû Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, serî li Misrê da di dawiyê de ku îcaza ilmî wergirt, vegeriya ji bo Bayezîdê, dest bi dersdanê kir, bi fermana Þahane çû Babê Alî Îstanbûlê'', ne diyar e ku wî ji ku derê anîye, tu belge û delîlan jî nîþan nade. Lê piþtî ku Mem û Zîn destanek e ku li Cizîra Botan derbas bûye û tê de Ahmedê Xanî welê bi tefsîlat behsa jiyana Cizîrê, behsa taxên wê dike,34 ev dibin nîþan ku ew, demeka dûr û dirêj li Cizîrê jiyaye, xwedanê cih û rûmeteka bilind bûye di civakê de û di dîwana mîrî de. Wî, Nûbara Biçûkan wekî ferhenga Erebî û Kurdî amade kiriye, bi karê xwe nîþan daye ku ew dersdariya bi Kurdî dike, hetta nesîhetên ku ew di Nûbarê de dike, qenaeteke xurt li ba min peyda dike ku wî dersdariya þehzadeyên mîrîtiyê dikir, terbiya biçûkên xanedaniyê di bin berpirsiyariya wî de bû35. Ji bo ku ew nêzîkî mîr bû36 wî rê û dirbên îdarekirina mîrîtiyê ji nêz ve dinasîn loma jî ev, di Mem û Zînê de bi tefsîlat teswîr kirin.
    Gava dibêje ku wî Mem û Zîn bi Bohtî, Mehemedî û Silîvî nivîsîye37, ew wê yekê jî dide nîþan ku ew ewqas li van deverên Kurdistanê geriyaye û jiyaye ku, huner, xusûsiyet; wekhevî û cudayiya van herêm û zaravan dizane. Di vir de ez dixwazim parantêzekê vekim û li ser mesela ''Muhemmedî'' rawestim. Muhemmedî kîjan zarav an kîjan herêm e ez bi xwe nizanim. Lê îhtîmalek e ku ev ne Muhemmedî lê Mehmûdî be. Heke welê be Mehmûdî ew mintiqe û ew zarave ye ku berê mîrîtîyên Hekariyan û Behdînan digirt nava xwe û jê re Mehmûdî dihate gotin. Piþt re ev mîrîtî ji hev cuda bû û bû Behdînan û Hekariyan.
    Cardin bi saya ku tiþtên di Mem û Zînê de hatine nivîsîn meriv dikare bibêje ku gava Ahmedê Xanî ew nivîsiye ne li Mîrîtiya Botan lê li Bayezîdê bûye. Her wekî tê zanîn berhemên manzûm ên berê qalibeke wan hebû, berê bi navê Xwedê dihat destpêkirin, pesn, hemd û sena ji Xwedê re dihate kirin, piþtre pesnê pêxemberê wî, Hz. Muhemmed dihat dayin û þefaet jê dihat xwestin piþt re jî pesnê padîþah, hukumdar an hakimê wî welatî kî be dihat dayîn, hêvî û dua jê dihatin kirin. Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî berê ku dest bi destana evînê bike li gor vî qalibî dimeþe. Gava meriv pesnê hakimê wî zemanî yê ku Ahmedê Xanî li ser nivîsiye dixwîne, eþkere dibe ku ew behsa mîrê Bayezîdê dike. Di hin beytên wî beþî de ew gava gazinde ji Mîr dike ku çima guh nade wî û xwedî lê dernakeve, dide diyarkirin ku navê wî mîrî Mîreza ye û ew bi esl û neseba xwe Rewendî ye38. Rewendî ew herêma dora Bayezîdê ye, dikeve bakurê Hekariyan, rojavayê Þikakan, ji alî rojava ve diçe heta Mûþê û bi bakur de diçe digihîje Azerbaycanê. Em dizanin ku Selaheddînê Eyyûbî bi eslê xwe Rewadî ye ku Rewendî jî digihîjin wê.
    Tiþtê dawîn ku meriv karibe li ser jiyana Ahmedê Xanî bibêje ew e ku ew li Bayezîdê miriye, li rex wê mizgefta ku wî daye avakirin hatiye veþartin, gorra wî îro jî li hemberî Seraya Îshaq Paþa ye, ser wê qubkirî ye û ji bal xelkê ve tê ziyaretkirin.
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:37

    Berhemên Ahmedê Xanî

    Mem û Zîn
    Berhema Ahmedê Xanî ya þaheser, helbet Mem û Zîn e ku Celadet Alî Bedirxanî jê re gotiye ''kitêba milletê me'' û di 300 saliya ronahîdîtina wê de Rohat Alakom bi awayek gellek di cîh de navê ''Manîfestoya millî ya Kurdan'' lê kiriye. Ew weka destaneka evîndarî têra xwe hêja ye lê di rastiyê de ji destaneke evîndariyê gellek wêdetir e, bi naveroka xwe ya netewayetî, felsefî, tesewwufî, dîrokî û etnografî, siyasî, civakî, dînî û bi hunerê xwe yê estetîk ew bi rastî jî manîfestoya neteweperwerên Kurd e, rênîþandera tevgera rewþenbîrî ya Kurdan e. Yên ku neslên xwendayên xwendegehên dînî, mela û feqiyan di ramanweriya dînî û millî de gîhandin hev û mektebeka rewþenbîrî ya dîndar û neteweperwer bi hev ve keland Ahmedê Xanî ye, ew ramanên wî ne ku di Mem û Zînê de bi hunermendiyeka bilind hatine hûnanê. Mem û Zîn wekî meþaleyeke millî rê rohnî dike da Kurd karibin ji wê navbirra cehenemî ya her du dewletên super ên wê demê Îran û Osmaniyan rizgar bibin. Cardin ev in ku neslên neteweperwerên Kurd ên nuh teþwîq dikin ku bi ber koka xwe de vegerin, têkoþîna avakirina þexsiyeta millî ya îroyîn li ser bingehên pêbawer ên duhî ava bikin. Her wiha Mem û Zîn û bêþik aferinerê wê Xanî, nîþana zûserîhildayiya ronesansa Kurdî ye ku xwestiye, dereceya felsefe û tesewwufa dewra mekteba Nîzamiyê ya dewra Xelîfetiya Abbasî, ya Siyasetnameya Nîzamul Mulk û dewletmendî, siyaset û felsefa hukumdariya Selaheddînê Eyubî di warê ramanwerî de di þexsiyeta Kurdan de restore bike, li hember þîîtiya Îranê, sunnîtî ya henîfî ya Osmanî ya bi fetwayên Þêxulîslaman serdest û despotkirî, þafiîtî û tesewwufiya Imamê Xezalî û siyasetdariya Selaheddînê Eyubî berz bike ku dîn û dunyayê di þexsiyeta xwe de temerkuz dike. Para rastiyeka mezin tê de heye gava Mertin van Bruinessen ji ber ramanên wî yên di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî wekî bavê neteweperweriya Kurdî dipesinîne.

    Em li vê derê zêde li ser naveroka Mem û Zînê ranawestin, çimkî di beþên din de hê firehtir ji gellek aliyan de me muhawele kiriye ku em heta dereceyekê ronahiyê bidin ser naveroka wê. Zêdetir em ê li ser hin xusûsiyetên din ên Mem û Zînê rawestin.
    Mem û Zîn berhemeka dirêj e wekî Leyla û Mecnûna Nîzamî Gencewî yan jî Þêxê Sen'aniyan a Feqiyê Teyran, mesnewî ye. Prof. Joyce Blau dinivîse ku Ahmedê Xanî gellek di tesîra Feqiyê Teyran û Nîzamî Gencewî yê dêkurd de maye û wekî ekola hunerî daye ser þopa medresa Azerbaycanê ya ku Gencewî39 vejandiye. Blau dinivîse ku mesnewî menzûmeyek e ku her beyta wê ji du misrayan pêk tê û her beytek bi serê xwe ye, Wezna(behra) du misrayan mîna hev e û qafiye di nav du misrayan de heye. Wezna ku Ahmedê Xanî bikar aniye behra hezec e. Hezec qalibê wezna herî fireh e û dest dide ku þair bi dehan pêyên cihê, her weha îmkanên cihê bikar bîne. Her qalibê hezecê, di misrayekê de herî kêm ji sê pêyan û herî zêde ji pênc pêyan pêk tê. Ev wezneke populer, kurt, sivik, ahengdar(muzîkal) û lezkî(bilez) ye ku pirr baþ li zimanê Kurdî tê. Hezecê museddes(hezeca þeþî) yan jî heke meriv rasttira wê bêje hezecê exrebê museddesê meqbûzê mehfûz wisa pêk hatiye:
    mef: 'û:lu / me: fa: 'î: lun/ fa: 'û: lun
    mef: 'û:lu / me: fa: 'î: lun/ fa: 'û: lun40

    Prof. Joyce Blau ew çapa Rudenkoyê ya Moskovayê ji xwe re esas hirtiye û li gora wê dinivîse ku Mem û Zîn ji 2655 beytan pêk hatiye. Alaeddîn Seccadî jî di Mêjûyî Edebî Kurdî de dinivîse ku ew ji 2661 beytan pêk tê. Min bi xwe ya Rudenkoyê nediye, lê hem çapa 1995-an a M. Emîn Bozarslan û hem jî ya Hejar a 1989-an ji 2657 beytan pêk tê. çapa Perwîz Cîhanî a ku li Îranê ronahî dîtiye beyteka wê ji van herduyan zêde ye û loma jî ji 2658 beytan pêk tê. Ew beyta zêde û beyta berî wê ya ku di yên din de jî hene ev in(ya reþkirî beyta zêde ya çapa Perwîz Cîhanî ye):
    .........
    Manendê Memê , ewê mirincan
    teþbîhê Bekir, bibexþe qencan

    Ger ecnebî ye û herzekar e
    rehmê tu bike qewî ku jar e41

    Di çapa Mem û Zîna Emînê Osman de jî du beyt hene ku ne di ya Perwîz Cîhanî, ne jî di yên Bozarslan û Hejarî de hene. Lê ji aliyê din ew beyta ku di çapa Perwîz Cîhanî de heye di çapa Emînê Osman de nîne, loma jî ev çapa Emînê Osman a ku di1990-an de li Iraqê hatiye çapkirin ji 2659 beytan pêk tê. Ev her du beytên zêde yên vê çapê û cihên wan ev in(beytên zêde reþ hatine nivîsîn):
    ......
    Lê hakimê weqt ê marîfetnak
    mesmû'i nekir bi sem'ê îdrak

    lewra ku ewî nekir pesende
    bi esl û neseba xwe ew Rewend e42

    Mîrê ku bi navê Mîreza ye
    mehza nezera wî kîmîya ye

    ...........
    Beyta din a zêde ya di çapa Emînê Osmanî de jî wiha ye(beyta reþkirî ya zêde ye):

    .........
    Toza ku ji rengê tûtiya ye
    bîne bi xwe ra, ku kîmîya ye

    Ew mulhemê dildewayê dîde
    hem ava heyatê û rubîde.43


    Nexwe tevî van beytên çapa Perwîz Cîhanî û ya Emînê Osman Mem û Zîn dibe 2660 beyt. Beytên hê zêdetir hene an na em hêvîdar in ku di rojên pêþ de zelal bibe.
    Em mesela Mem û Zînê bi tesbîteka Prof. Joyce Blau xelas dikin:
    ''Ehmedê Xanî çar problemên herî girîng formule û pêþkêþ kirine û ji bo bersîvê danîne pêþ edebiyata Kurdî: fonksiyonên nivîsê, rola þiîrê, têkiliyên di navbeyna ziman, edebiyat û civatê de û ya dawîn jî statuya ziman bi xwe.''44


    عدل سابقا من قبل Kobani في 09.03.11 1:39 عدل 1 مرات
    Kobani
    Kobani


    ذكر

    عدد المساهمات : 64
    تاريخ التسجيل : 08/03/2011
    العمر : 44

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف Kobani 09.03.11 1:38

    Nûbara Biçûkan
    Yek ji aliyên Ahmedê Xanî yên giring, ew e ku wî mesela xwendin û nivîsandinê û belavbûna ilmî di nava civaka Kurdan de ji xwe re kiriye derd, serê xwe pê êþandiye û piþt re xebat û berhemên hêja di vî warî da dane.
    Kurdîtiya Ahmedê Xanî ne ku her tenê di Mem û Zînê de maye. Wekî dersdarekî, wekî seydayekî, di warê hînkariyê de jî ew yê herî pêþîn e ku xwestiye xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî jî li nava zarokên Kurdan hebe. Du eserên wî Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê di vî warî de gavên herî berbiçav in.

    Nûbara Biçûkan ferhengokeke Erebî û Kurdî ya menzûm e. Ahmedê Xanî bi xwe dibêje ku wî ev ferheng ji bo piçûkên Kurdan hûnandiye da gava ilim(ku ilim wê wextê bi Erebî bû) dixwînin zehmetiyê nekêþin. Ew wiha dibêje di Nûbarê de:
    Ev çend kelîme ne ji luxatan.
    vêk êxistin Ahmedê Xanî
    navê ''Nûbara Biçûkan'' lê danî
    Ne ji bo sahib rewacan
    belkî ji bo biçûkêt Kurmancan
    wekî ji Qur'anê xelasbin
    lazim e li sewadê çavnas bin
    Da bi van çend reþbelekan
    li wan tebî'et melekan
    derê zihnê vebîtin
    herçî bixûnit zehmetî nebîtin.

    Di vê ferhenga menzûm de ''maneyên 950 peyvikên bi Kurdî hatine nivîsîn. Ev ferheng bi awakî bi qafiye ye û li gor babetan ji 14 beþan pêk tê di tarîxa ferhengnasiya (leksîkografiya) Kurdî de wek ferhenga yekem tê hesibandin.45 Di dawiya Nûbarê bi xwe de hatiye diyarkirin ku ew di sala 1094-ê Hicrî(1683-yê Mîladî) de hatiye temamkirin. Gava Ahmedê Xanî ew temam kiriye 33 salî bûye. Zeynel Abidîn Zinar di 1986-an de ew bi tîpên Latînî daye weþandin. Ew dinivîse ku wî di amadekirina ser bi tîpên Latînî de du nusxe dane ber hev. Yek jê çapa 1903'an a Istenbûlê ya din ji çapa 1903'an a Berlinê(ku ev a A. Le Coq e û di 1887-an de hatiye destxetkirin) ye. Min çapa Zeynelabidîn Zinar da ber ya Yûsuf Ziyaeddîn Paþa, min dît ku hin beyt di ya Ziyaeddîn Paþa de hene ku di ya Z. Zinarî de nînin. Helbet ferqa hin gotinan jî di navbera wan de heye, lê li vê derê ez li ser van ferqan ranawestim, tenê ez wan beytan, reþkirî pêþkêþ dikim:
    Divêtin tu bizanî bi dil navê îmaman:
    Elî çar in, Hesen du, Muhemmed sê ne ey can

    Îmamê dî Huseyn e digel Mûsa û Cafer
    Ev in bilcumle bêþik bizanî qenc îmaman

    Ji bo me ba çarê dîtir heyîn sahib mezahib:46
    Mihemmed, Malik, Ahmed. Ew ê dîtir kî? Nu'man.


    Beyteka din a zêde jî ev e:
    Þeca'et celadet ciwamêrî ye.
    Þexeb vers û birs û þebe' têrî ye.

    Quwî rûtirþ, bûkalûh û 'ebûs
    Ji bo bûk û zava dibêjin 'erûs47

    Cîma' û refes wet'i gan, bezl e dan
    Zeker kîr û quz ferc û gun xusyetan.

    Nûbara Piçûkan ne ku tenê ferheng e. Xusûsiyeteka wê ya din jî ew e, ku Ahmedê Xanî giringiyek mezin daye mesela ku piçûkên Kurdan dînê xwe, Xweda û pêxemberê xwe baþ nas bikin, loma jî wî di Nûbara Biçûkan de zanyariyên dînî dane wan.
    Aliyê Nûbara Piçûkan ê din jî ew e ku gellek pendên(þîretên) Ahmedê Xanî tê de bicîh bûne. Van pendên wî, hem rê û dirb û rabûn-rûniþtinê nîþanî zarokên Kurdan dane, hem jî bûne diyardeyên hin fikrên Ahmedê Xanî. Ev pend, di Nûbara Biçûkan de, li serê her beþekî pirtûkê hatine bicîhkirin.
    Eqîda Îmanê
    Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî her bi vî awayî, ji bo vê armancê hatiye hûnandin ku zanîn û bîr û baweriyên dînî di nava zarok û gencên Kurdan da bi cîh bibin. Gava meriv bifikire ku di wê demê de gava ''ilim'' dihate gotin, berî her tiþtî ilmê dînî dihat bîra mirovan, wê gavê wê ji bo me çêtir diyar bibe ku Ahmedê Xanî çiqas ehemmiyet daye belavbûna ilim di nava Kurdan de.

    Eqîda Îmanê ji 73 beytan pêk tê. Ev berhem, di dawiya vê xebatê de di beþa berhemên Xanî de hatiye weþandin.
    Eqîdeya Îslamê (Fî Beyanî Erkani'l-Îslamî)
    Berhemeka Xanî ya din jî ew e ku bi navê ''Fî Beyanî Erkani'l-Îslamî'' di nav kitêba A. Le Coq de derket ku ev kitêb bi navê Kurdische Texte di 1903'an de li Berlinê hat weþandin. Eslê wê destxeta Mele Mihemedê Wanî ye ku wî di sala 1887-an de nivîsiye. Piþt re Zeynelabidîn Zinar ew wergerand ser tîpên Latînî û cara pêþiyê di 1990-an de li Almanyayê li ba Weþanxaneya Dengê Yekîtiyê, cara duduyan jî di 1995-an de li Swêdê, di kovara çira de da çapkirin48. Tiþtê herî balkêþ di vê eserê de ew e ku ew ne nezm lê nesr(pexþan) e. Qasî ku Zeynelabidîn Zinar destnîþan dike vê tekstê di wê berhema Le Coqî da di rûpelên navbera40-47-an de cih girtiye, 8 rûpel; 85 rêz in. Ew ji du beþan pêk tê. 1-Ruknê di Îslamê, 2- Ruknê di Îmanê49. Ev metnê han jî di dawiya vê xebatê de hatiye bicîhkirin.

    Tiþtekî balkêþtir ê din jî ew e ku di dawiya ferhenga Yusuf Ziyaeddîn Paþa el-Xalidî de ji bilî Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê du(her çendîn Yusuf Ziyaeddîn sê þiîrên din li ser navê Ahmedê Xanî danîne jî yek ji wan ya Melayê Cizîrî ye) þiîrên Ahmedê Xanî yên din jî hene ku yek ji wan navê wê ''Fî Beyanî Erkanî Îslam'' e û du beyt in ku þiîr wiha ye:
    Fî Beyanî Erkanî Îslam
    Ger dipirsîtin kesek ruknê di Îslamê çi ne?
    Bêjim: þehadetdan e, hem pênc weqt nimêj û rojî ne

    Hem zekat û fitre ye, ya dî tewafa Ke'beyê
    Ger hebit xercî, nebit û çu mani' û çu dijî mine50

    Ev þiîr û ya wî ya din ku di wê kitêba binavkirî de ne di dawiya vê xebatê de jî ciyê xwe digrin.
    Þiîr û Xazelên wî
    Gellek þiîr û Xazelên Ahmedê Xanî jî hene ku li ser yarî, dostayî û evînê, li ser dîn an tesewwufê ne. Hin ji wan ji destnivîsiyê hatine xelaskirin û di kitêb an kovarên cuda de hatine çapkirin. Hin hîn bi awayê xwe yên destnivîsî di arþîvên kutubxanan de ne û îhtîmaleka mezin hin jî bi destnivîskî li cem hin þêx û melan in. Ev ên ku me peyde kirine me di dawiya vê xebatê de behsa cîh û çavkaniyên wan jî kirine, dane ber hev û ew çap kirine.
    Xwendevan dikare di wî beþî de pirtir agahdarî li ser wan bibîne.
    Celadet Alî Bedirxan, di Hawarê de behsa wê yekê jî dike ku kitêbeka wî ya din jî heye ku li ser cografya û esmanan û stêrnasiyê ye, lê ew bi xwe jî dinivîse ku wî ev kitêb bi çavê xwe nedîtiye lê bihîstiye51. Gava meriv di Mem û Zînê de zanyariya fireh a sitêrnasiya Ahmedê Xanî dibîne ji meriv re gellek ecêb nayê ku kitêbeka wî di vî warî de hebe.






    Jêrenot:
    1 Jaba, M. Alexandre; Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ý la connaissance de la lengue, de la littÈrature et des tribus du Kurdistan, 1860, St. Petersbourg Neqil ji Pakdemir, Mahmûd '' Di kitêba A. Jaba de Ehmedê Xanî'', Armanc, hejmar no:4(162) çiriya pêþîn 1995, Stockholm, r 2.

    2 Hemze; ''Edebiyat û Asarê Edebî'', Mem û Zîn, 3 Mayûs 335(3-yê gulana 1919-an). Neqil ji Bozarslan, M. Emîn; ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'' , pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995, Uppsala r. 93-96.
    3 Azîzan, Herekol [Celadet Alî Bedirxan]; Hawar Kovara Kurdî, ''Klasîkên Me'', hejmar 33, 1-ê çiriya Pêþîn 1941, Þam, çapxana Sebatê, r. 9-10.
    4 Seccadî, Alaeddîn, Mêjûyî Edebî Kurdî, 1952 r.194-196.
    5 Lewra ku dema ji xeybê fek bû
    tarîx hezar û þêst û yek bû
    Îsal gehîþte çil û þaran
    wî pêþrewê gunehkaran

    6 Bozarslan, M. Emîn; ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'', pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 9
    7 Seccadî, Alaeddîn; Mêjûyî Edebî Kurdî, 1371 hîcrî,1952 r.190

    8 Bozarslan, M. Emîn; ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'' , pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 94, jêrenota 147-an.
    9 Þakelî, Ferhad; ''Sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî'', Mamosteyî Kurd, hejmara 29-an, buhara 1996-an, Stockholm.
    10 Seccadî, Alaeddîn; Mêjûyî Edebî Kurdî, 1952 r.194-196.
    11 Seccadî, Alaeddîn; Mêjûyî Edebî Kurdî, 1952 r.192
    12 Bozarslan, M. Emîn: ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'', pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, ,Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 12.
    13 Shakely, Ferhad; r.16.
    14 Bozarslan, M. Emîn; ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'', pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 12 û Shakely, Ferhad, r.16

    15 Amedî, Sadiq Bahaeddîn, Hozanvanêt Kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Iraq, Bexda, 1980, r. 308.
    16 ) Emma bi murekeba qebaih
    rûreþ kirine gelek sefaih
    Xettê te ye serniwîþt û sermeþq
    sîh sal e xetê xeta diket meþq

    17 ) Ev renge dibêjit Xanî
    Eger tu bi îz'an î
    Bifikre kitêba sanî
    di cildê ewwel da
    ji cuz'ê 'aþir
    di wereqa çarê da
    Ji sehîfa destê rastê
    di setirê salis de
    ji kelîma sanî
    bigir tu herfa çarê
    Ew e tarîx ji bo Nûbiharê

    MANEYA BEYTAN
    li hezar salê duduyan
    di sedsala pêþîn da
    ji dehsalê dawîn ê vê sedsalê
    di sala çaran a wî dahsalê dawîn de
    ji nîvê ewil ê wê salê
    di meha sisiyan a wê salê de
    di dehê yan jî heftiya duduyan ê wê mehê de
    roja çaran a wî dehê duduyan
    Ew e tarîx ji bo Nûbiharê

    Binêre; Zinar, Zeynelabidîn; Nûbara Biçûkan a Ahmedê Xanî, wergera ser tîpên Latînî.
    Li gorî vê dibe 11 yan jî 14'ê meha Adara 1094'ê Hîcrî, ku ew jî dibe 1683'yê Mîladî.
    18 Çýkýntaþ, Abd¸laziz Halis, ''Mukkadime'', Mem û Zîn -tercuma menzûm a Tirkî ku nehatiye çapkirin, 1906. Neqil ji Beysanoðlu, Þevket, Diyarbakýrlý Fikir ve Sanat Adamlarý, ikinci cilt, Tanzimattan Cumhuriyet'e Kadar, Iþýl Matbaasý, Istanbul 1960, r. 334.
    19 Amedî, Sadiq Bahaeddîn; Hozanvanêt Kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Iraq, Bexda, 1980, r. 308.
    20 Nama Evdalê çelî hinartiye radyowa Kurdî roja 11/9/1977 bo programê ziman û edebê Kurdî. neqil ji; Amedî, Sadiq Bahaeddîn, Hozanvanêt Kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Iraq, Bexda, 1980, r. 309.
    21 Bozarslan, M. Emîn; ''Pêþgotin'', Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, Hasat Yayûnlarû, ¸ç¸nc¸ baskû, 1990, Istanbul r.14.
    22 Bozarslan, M. Emîn; ''Roja ku di trîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'', pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 10,
    23 Cûlemêrgî, Î; Xanê û Xanî Nû Roj, 11-17 çileyê Pêþîn, 1997, Istanbul.
    24 Cûlemêrgî, Î; Xanê û Xanî; Nû Roj, 11-17 çileyê Pêþîn, 1997, Istanbul.
    25 Kurdo, Prof. Qanatê; ''Pêþgotina Redaktor'', r. 8 Mem û Zîn, Moskova, 1962, neqil ji Bozarslan, M. Emîn, ''Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî'', pêþgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 10.
    26 Husaini, Abdul-Hamîd; ''Ahmad-î Xanî va manzûma-yî Mam û Zîn'', Naþrîya-yî Danîþkada-yî adabîyat va ulûmî însanî-yî Tabrîz, 25(1352):105, r. 76, neqil ji Skakely, Ferhad r. 10.
    27 Sykes, Mark; ''The Kurdish Tribs of the Ottoman Empire'', The Jurnal of The Royal Antropologocal Institute, 38(1908) r. 451. Neqil ji Shakely, Ferhad; r.10.
    28 Shakely, Ferhad, r.10
    29 Ayhan, Medeni; Kürdistan'lý Filozof Ehmedê Xanî, Ankara, 1996 r. 2-3.
    30 Alpaslan, Ismet: Her Yönüyle Aðrý, Ankara, 1995, r. 186.
    31 neqil ji Alakom, Rohat; ''K¸rt Ulsal Manifestosu 300 Yaþýnda'', Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17'ê Îlona 1995-an.
    32 ) Yek esmer û ya duwê zerî bû
    yek horî ûya duwê perî bû

    33 ) Ew rengî zeîf û jar bûbû
    goya ku bi cismî tayê mû bû

    Ew mû gerriya ji zaferanî
    teþbîhê bi rengê rûyê Xanî

    34 Ahmedê Xanî, gava di zîndanê de Memê bi çemê Dîcle re dide axaftin, yek bi yek navê wan taxên Cizîrê dide ku çem fetlok bi fetlok di nava wan re derbas dibe:
    Westanî, û Nêrgizî û Seqlan
    Derwaze û Omerî û Meydan

    van seyregehan tu lê dikî geþt
    Ez mame, ji bo mi ra der û deþt

    35 Di Nûbara Biçûkan de pendeka Ahmedê Xanî heye ku ji yên din pirtir û eþkeretir xîtabî þehzadan dike û meriv dikare bigihîje wê qenaetê ku ew demekê mamosteyê wan bûye:
    Ger te divêtin bibî mîr û ser û mu'teber,
    Kizb û xîlafê mebêje ger te bikin ker bi ker

    36 Sadiq Bahaeddîn Amedî çîrokeka gelêrî li ser têkiliyên nêz ên mîr û Xanî, ji devê Mehemmed Salih Cafer neqil dike ku ji hejmara 3-yan a sala 10-an a kovara Gelawêjê (1949) hatiye girtin. çîrok wiha ye:
    Mîrê Cizîrê -nehatiye gotin kî ye- hevgurê seydayê Xanî bûye, pêtirîn dem û gavêt xwe pêkve borandine. Mîr ji gotin, peyv û qiseyêt xweþ, pirrîtrane, henek û laqirdiyan têr nebûye, ji ber hindê pêve bend bûye, neþiyaye jê dwîr bit. Carekê mîrê Cizîrê li dwî Xanî hinart ku bête dîwanê. Boçî, ji bîra Xanî naçît û fermana wî bi cîh naînit. Mîr jê sil dibît dixeyidît. Xanî ji hevala go lê dibît ku mîr jê xeyidîye ji ber ku neçûye dîwanê û darxaza wî bicîh neînaye. Dema Xanî çûye dîwana mîrî da aþ keteve, mîrî berê xo jê wergêraye, patika xo dayê.Nuîma xo lê tirþ kirîye û nav çav lê kirîne girê.Xanîyê ku çûye dilê wî xoþ keteve, kenîye, çûye beramberî mîrî rûniþtiye û gotiye: Mîrê min bi guh min kevtiye ku tu ji min sil bûyî, belê ez dibînim we nîne her wekî bi guh min kevtiye. Gava mîrî go li gotinêt Xanî bûyîn, serê xo rakiriye kutmijiye, gotiye: Erê te çawa zanî ku ez nexeyidîme?
    Xanî gotiye: Mîrê min, te piþta xwe da min, belê dizanim tu piþta xwe nakey dujminî. Mîr dilgeþ dibîteve, dest di ser û stûyê Xanî diwerînit û maçî diket. (Amedî, Sadiq Bahaeddîn, Hozanvanêt Kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Iraq, Bexda, 1980, r. 314) Li vir min divê ez balê bikêþim ser xalekê. Yê ku ev çîrok di sala 1949-an de di kovara Gelawejê de daye navê wî Mehemed Salih Cafer e. Navê wî kesê ku sala 1946-an li Bexdayê, li mizgeftekê agahdarî di heqê Ahmedê Xanî de dane Alaeddîn Seccadî Mela Salih e. Gelo ev her du þexs her ne þexsek bin?
    37 ) Bohtî û Muhemmedî û Silîvî
    hin la'l û hinek ji zêr û zîvî

    38 ) Lê hakimê weqt ê marîfetnak
    mesmû'i nekir bi sem'ê îdrak

    lewra ku wî nekir pesende
    bi esl û neseba xwe ew Rewend e

    Mîrê ku bi navê Mîreza ye
    mehza nezera wî kîmîya ye

    Beyta duduyan, ji bilî çapa bi amadekariya Emînê Osman di ya kesî de nîne. Piþtre em ê firetir werin ser vê meselê
    39 Blau, Prof. Joyce; ''Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî'', yê ku ji Frensizî wergerandiye Kurdî: Malmîsanij. Îngilîziya wê hate wergrerandin ser zaravê Soranî, di kovara Gizingê de derket, Frensiya wê jî hat wergerandin ser Kurmancî, pêþiyê di hejmara 3-yan a çirayê de piþt re jî di Armancê 4(162)de hat weþandin.
    40 Blau, Prof. Joyce; ''Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî'', yê ku ji Frensizî wergerandiye Kurdî: Malmîsanij..
    41 Cîhanî, Perwîz; Mem û Zîn, r.259.
    42 Osman, Emînê; Mem û Zîn, Ahmedê Xanî 1990, Bexda r.59
    43 Osman, Emînê; Mem û Zîn, Ahmedê Xanî 1990, Bexda r.222
    44 Blau, Prof. Joyce; ''Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî'', yê ku ji Frensizî wergerandiye Kurdî: Malmîsanij.
    45 Blau Pro. Joyce, Armanc, 4(162), çiriya Pêþin-Oktober 1995, Stockholm. Mamosta Joyce Blau di jêrenoteka vê gotara xwe de dinivîse ku ''di nivîsandina vî berhemî de dibe ku ji ferhenga menzûm a 'Erebî-Farisî ya Ferahî(Ebû Nesr Mes'ûd, di 1242'yan de miriye) ya bi navê Nîsab el-Sibyan îlham hatibe girtin'' û dibnivîse ku '' binêre MÈmoire de Dîplome d'Etudes Approfndtes ku pêþkêþî UniversitÈ du Paris III, Sorbonne Nouvelle bûye; Ameen Ghazî, Litterature kurde,Ahmedê Xanî (1650-1707), Texte, analyse, comentaire et traduction du glossaire 'Nûbar-a buçukan' Paris, 1985.''
    46 Ev beþê reþkirî di Nûbara wergera Zeynelabidîn Zinar a ser tîpên Latînî de tunene, di wê ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paþa el Xalidî de hene ku navê El Hediyye'l Hamîdiyye fî el'luxe'l Kurdiye de hene. Me ji wê temam kiriye.
    47 Ev beþê reþkirî di Nûbara wergera Zeynelabidîn Zinar a ser tîpên Latînî de tunene, di wê ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paþa el Xalidî de hene ku navê El Hediyye'l Hamîdiyye fî el'luxe'l Kurdiye lê kiriye. Me ji wê temam kiriye.

    48 Zinar, Zeynelabîdîn; Eqîdeya Îslamê ya Ahmedê Xanî, çira kovara kulturî, kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, sal 1, hejmar 3, Îlon 1995 Stockholm r. 18.
    49 Zinar, Zeynelabîdîn; Eqîdeya Îslamê ya Ahmedê Xanî, çira kovara kulturî, kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, sal 1, hejmar 3, Îlon 1995 Stockholm r. 18.
    50 Xalidî, Yusuf Ziyaeddîn Paþa el-; El Hediyye'l-Hamîdiyye fî el luxe'l-Kurdiye,1310(1894) Istanbul, r.292.
    51 Azîzan, Herekol[Celadet Alî Bedirxan]; Hawar Kovara Kurdî, ''Klasîkên Me'' hejmar 33, 1-ê çiriya Pêþîn 1941, Þam, çapxana Sebatê, r. 10
    اميرة كوردستان
    اميرة كوردستان


    انثى

    عدد المساهمات : 173
    تاريخ التسجيل : 26/01/2011
    العمر : 27

    Jiyana Ahmedê Xanî  Empty رد: Jiyana Ahmedê Xanî

    مُساهمة من طرف اميرة كوردستان 09.03.11 5:27

    willah gelek saghbi û carek dî dibêjim te dest xosh

    *************

    أميرة كوردستان

      الوقت/التاريخ الآن هو 27.04.24 15:14